Dînê Êzîdiyan

 

 
 Êzîdîtî berî dema Şîxadî

Ola Êzîdîtiyê yek ji wan olên ku hên baş zelal nebûne. Ew guhertinên mezin û rehkûr, yên ji aliyê Şîxadî Misafir ve (nêzîkî sala 1162 piştî Îsa) di ola Êzîdîtiyê de hatibûne kirin, bûne weke perdeke tarî li ber dîroka vê olê berî dema Şîxadî. Digel vê rastiyê jî baweriya piraniya nivîskarên dîrokê bi navekî din dihate naskirin û wekî din jî tore û edetên wê jî cuda bûn. Di nivîsandina min ya dawî de, " Ein Licht über die Philosophie der ezidischen Religion" bi piranî li ser felsefa ola Êzîdîtiyê rawestiyam, û bi taybetî li ser pirsa Tawisî-Melek weke, yê li şuna Ezdayê pak li erdê ye. Tawisî-Melek jî ne gotineke xirab e, weke ku olên din dibîjin. Êzîdî bi tenê baweriya xwe bi Tawisî-Melek tînin.
 
Ji Êzîdiyan re Tawisî-Melek weke agire e. Agir jî du rû ye. Ji hêlekê ve dikare ronahî û germê bide, lê ji heleke din ve jî şewatê çêdike: Başî û xirabî ji yek kaniyê tên.
 
Mirov jî bi xwe ji du hêzên têkilî pêktê, di bedena wan de başî û xirabî hêlîna xwe çêkirine. Mana wê yekê jî ew e, ku her Êzîdiyek perçek ji Tawisî-Melek pê re heye. Nirxandineke bingehîn di nava wêjeyên nivîsandî de, yên li ser olên kevnar di Rohilata Navîn de, tu nîşanên li ser girêdaneke rast di navbera navên berî dema Şixadî û navên piştî dema wî de, nade. Bi tenê hindek gotin û navên cejnên din, nêzîkî hev in. Mînak: Yazatas maneya wê jî di Zerdeştiye de sivikê Xwedê (Milyaket) ye, ev jî nêzîkî gotina Êzîdî min ji vê nivîsînê jî ew e, ku girêdanên di navbera Mitrayiyê, Êzîdîtiyê û Zerdeştiyê de, weke cejnan, tore û edetan û tiştên din, bidime xuyakirin. Di nav olên kevnar de, yên nêzîkî du hezar sal berî buyîna Îsa hatine Kurdistanê, Mitrayî bi hiner û taqet bû, ew jî ji ber di nav de êlêmêntên leşkerî peydabûn. Ev ol oleke patriyarşî, leşkerî û nêr bû. Heya dema Xaçperestiyê tu guhertin mezin di nav olên kevin de çênebûn. Erê, hindek olên nû derketine meydanê, weke Zerdeştiyê, lê belê tu guhertinên kûrekûr nexistine nava olperstinê. Her oleke nû hindek tiştên nû dane pêşiya xwe, ji bo pêkanîna çend daxweziyên girêdayên xwe û razîkirina wan. Piştî vê demê peydabûna olên nû dane ser hev. Piştî ola Mitrayiyê ya patriyarşî û nêr, ola Zerdeştîtiyê ya mê û matriyarşalî peyda bû. Xaçperstî li dijî Mitrayiyê li Rom û li dijî Cihûtiyê li Felestînê, û dawî Îslam wek oleke patriyarşî li dijî Xaçperestiyê û Zerdeştîtiyê derkete holê. Êzîdîtî tu roleke mezin di nav vêgirtinberdanê de neleyist. Ev jî ji ber ku tucar Êzîdiyan serdestî li tu gelan nekirine û komarên wan çênebûne. Ew ketibûn bin bandore olên nêr, mina ku Mitrayiyê ji Hindistanê hatibû Kurdistan û Ecemistanê. Bi çi navî wê çax û demî dihate naskirin, heya îro jî tu kes nizane. Ji bo vê pirsegirêkê hindek zaniyar çend nîşanên ku piştgiriya vê têzê dikin, didine xuyakirin. Heke mirov ola Êzîdîtiyê û Zerdeştiyê bide berhev, zû dibîne, ku bandora Zerdeştiyê li Êzîdîtiyê buye. Ev rastî qet ne ecêb e, ji ber Zerdeştîtî bêtir ji sêsed salî (300) ola dewleta Sasaniyan maye. Bandora ola Zerdeştîtiyê weke bandora Îslamê piştî hatina Şixadî. Awa û reya pêkanîna diha li cem Êzîdiyan pir dişîne nimêj û dihayên Zerdeştiyan. Di diha sibê de ev tişt tê xuyakirin. Mirovê Êzîdî berê xwe dide rojê û dihayên xwe dike. Her pênç erkên dihayê jî ne ji Îslamê hatine, ji Zerdeştiyê hatine. Ji bo Êzîdiyan du diha girîng in, diha sibê û diha êvarê. Lê belê herdu diha jî ji berê ve û heya îro ji bo Xwedanê rojê ne (Mitra) û ne ji bo Zerdeşt in. Her heft erkên, yên ku Zerdeşt li ser şagirtiyên xwe danîbûn, ji bo Ahûra-Mazda bûn. Pêkanîna van cejnan jî şêweyekî cotiyarî bû, ne weke di Mitrayiyê de bi rengê leşkerî û ne weke di Îslamê de bi rengê aborî bû. Ev her heft cejin jî heya îro li nav Êzîdiyan dimînin, lê belê bi navên din û di salçaxên din têne naskirin û damezrandin:

 
1. Maidhoyî-Zaremaya: Li ba Zerdeştiyan dikeve nîvê biharê. Li ba Êzîdiyan dikeve çarşemê, nêzîkî çardehê nîsanê ye. Ev cejin û cejna Favashis bi hevdû re çêdibin. Cejna Favashis, Sasaniyan û Babiliyan çêdikirin. Êzîdî vê cejnê bi "Bêlinde" bi nav dikin anjî "cejna sersalê".
 
2. Maidhoyî-Shema: Li ba Zerdeştiyan di nîvê havînê de çêdibe. Li ba Êzîdiyan di dawiya meha Tîrmehê çêdibe. Pêkanîna vê cejnê jî pêwîst e li Lalişa Nûranî çêbibe.
 
3. Paitshatiya: Cejna çinîn û qurafê ye. Li ba Zerdeştiyan di dawiya meha Tebaxê de çêdibe. Li ba Êzîdiyan Meme Reşan qencê Xwedê yê ji bo zad û baranê ye, cejna vî weliyê Xwedê di biharê de çêdibe.
 
4. Ayathriyama: Cejna keriyê pez. Li ba Êzîdiyan ev cejin dawiya biharê ye. Du qencên Xwedê li ba Êzîdiyan hene, yên keriyê pêz û naxiragayan diparêzin: Mamê Şivan, ev parêzgarê keriyê pêz e û Gavanê Zersan, ev parêzgarê garana çêlekan e. Ev cejin bi eynî nav têne naskirin.
 
5. Maidhyaira: Ev cejin li ba Zerdeştiyan dikeve nîvê zivistanê (çile), li ba Êzîdiyan di serê meha cotmehê çêdibe û heft rojan û heft şevan berdewam dike. Ew hî du roja çarşemê de ye, Êzîdî ji vê çarşemê re dibêjin Kabax. Di vê rojê de ciwangakî dikujin (serjêdikin). Cejin ji pêşî heya dawî bi cimayî bi nav dibe. (Cimaiyê Şîxadî).
 
6. Hamaspat-Maedaya: Li ba Zerdeştiyan di dawiya biharê de çêdibe, li ba Êzîdiyan dawiya meha berjbarê çê dibe. Ji hêla din ve Xaçperest jî li Kurdistanê weke vê cejnê çê dikin. Navê vê cejnê li ba wan Biyalde ye. Di olên kevin de û bi taybetî di nava Mitrayiyê de dehbe roleke mezin û girîng dilîzin. Girêdana wan bi pirsegirêka avabûna cîhanê û gera roj û hîvê re ye. Îkoneke xuyanî û bi nav û deng ya ola Mitrayiyê pir teba li ser hene. Gelek ji wan teban mirov dikare heya îro jî ji dîwarê Şîxadî li Lalişê bibîne. Mane û girîngbûna wan teban jî di ola Mitrayî de ev in:
 
 
1. Ciwanga: Mitra ciwanga weke qurbanek dikuje. Êzîdî di payizê de vî ciwangayî dikujin. Kuştina vî tebayî li ba Êzîdiyan ji bo mirovantiyê, biratiyê û dinyakê bê şer û kuştinê ye. Wekî din jî ji bo saleke bi xêr û bêr e. Di dema berê de ciwanga sembolan û nîşana payizê bû. Bi kuştina vî gayî mirovan hêviyên xwe hebûn, ku sal salek baş bi berf û baran be, ji bo giya, dar û tov şîn werin.
 
2. Mar: Di Mitrayiyê de mar nîşana reya kosmosê û xeleka teban bû. Mar şopa zîvrandin û gera roj û hîvê ye. Roj û hîv maneyeke anjî armancekê di gera xwe de didine xuyakirin. Ji bo vê yekê xeleka teban (heywanan) zeman (dem) nîşan dide. Weke ku hindek zaniyarên olê diyardikin, mar di Mitrayiyê de nîşana tevgerê û pêşvebirina tiştan bû. Mar di Mitrayiyê de niwêneriya dem û çaxên salê dikir. Li ba Êzîdiyan marê reş tebakî pîroz e û niwêneriya mirovên qenç li ba Êzîdiyan dike. Şîxadî di dema xwe de maneyên dîn dabû teban (heywanan): Şêx Mendê Fexra ji bo pêvedana maran bû. Şêx hekîmê nexweşiyê û nerîhetiyê ne. Êzîdiyek mar pê vede, bi tenê diha Şêx Mend û êla wî lê diqbile û saxiyê û başbûnê jinexweş re dikare bîne. Şêxek ji rengî birîn rihet dibe. Rismê marekî reş di kevir de kolayî ye û li devê deriyê mala Şîxadî (Lalişa Nûranî) de ye. Ev mar ji dema kevin de li wir e.
 
3. Dûpişk: Dûpişk di Mitrayiyê de sembola rojê bû. Dûpişk di bihst û sêh ê cotmehê de dikeve nava rojê. Li ba Êzîdiyan Pîrê Cerwa ciyê pêvedanê rihet dike. Ev tore û edetên bi van teban girêdayî ne û hên di nav Êzîdiyan de hene, ji Mitrayiyê tên û ne ji Zerdeştiyê hatine. Mar û dupişk li ba Zerdeştiyan teban bi zirar in. Ev bawerî di pîrtûka Avesta de hatiye nivîsîn. Li gor baweriyên ola Zerdeştî Ahîraman ev heywanên (teba) bi zirar şandine cîhanê. Kî wan bikuje xêrekê dike.
 
Ji vê hêlê ve pir di bin bandora Mitrayiyê û Zerdeştiyê de bû, lê bêtir di bin bandora Mitrayiyê de bû. Êzîdî gelekî kêmketî bûn û ji bo vê yekê li sitara xwe degeriyan û ne diketin nava berberîtiyê û şerên giran. Heya dema Îslam derkete maydanê û welatê wan xiste bin destên xwe. Ji dihayên Êzîdiyan tê xuyakirin, ku bandora Xaçperestiyê û Cihûtiyê jî li ser dîwarê mala Şîxadî ye.
 
Dibe sedsala heştan de berî buyîna Îsa qiralê Aşûriyan Salmanasser V (727-722 berî Îsa) hasil (Trîbût) ji qiralê Cihuyan Hoseya xwestibû. Ji ber Hoseya ev hasil neda, Salmanasser wî û çend sed ji gelê wî esir kirin û birine Kurdistanê.
 
Cejna Xaçperestan, ya di meha cotanê (nîsanê) de çêdibe û medha Îsa û dayîka Meryem a di dihayên Êzîdiyan de têne ser ziman, lê belê weke qencên Xwedê. Xaçperestan jî hindek tişt ji Êzîdîtiyê girtine, weke rengkirina hêkan (Hêkesor) di cejna xwe de, ya di meha cotanê de çêdibe; weke dadekirina agir û xemlandina deriyan bi gul û rîhanan. Êzîditî ne ji dema Şîxadî ye, ne jî ji dema danîbûna qewl û dihayan ve ye. Heke ji qewlan em hesab bikin, Pêxemberê Îslamê Muhemmed û xelîfên wî, weke qencên Xwedê têne ser ziman. Lê belê dîrolê daye xuyakirin, ku Êzîdîtî di bingehên xwe de ji Îslamê dûr e. Çend helbestvanên olperest dihayên Êzîdiyan, di nav wan de jî hindek yên Şîxadî ne, nivîsîne:
 
1. Hasedê Tawisî-Melekrî: Pêşneyaz ji bo jiyana Êzîdiyan ya komeleyitî danîne.
 
2. Pisê Cemî: Şîxadî û qencên Xwedê.
 
3. Pîr Dawid: Şerê Îmad El-dîn dijî Şîxadî û mirovên li pey wî diçûn.
 
4. Şêx Fexrê Adiya: a) Pezindana Şîxadî, b) Şeqê Serî
 
5. Pîr Şeref: Qewlê Baza li ser Şîxadî.
 
6. Pîr Xidir: Qewlê Derwêşê Adem.
 
Lê belê piraniya cejin û rêzên oldarî û tore bi dev, yên nifşekî daye nifşekî din, ji dem piştî Îslamê hatine. Piştî hatina Şîxadiyê Hekarî ev tişt peyda bûn. Ev nêzîkbûnên di navbera Êzîdîtiyê û Mitrayiyê de (berî Zerdeştîtiyê) mirov dikare bi vî şêweyî zelalbike: Herdu ol ji kaniyekê ne; li gorî zaneyên olê, herdu ol bingeha wan Îndo-Germanî ye. Erê, bandora ola Zerdeştîtiyê li Êzîdîtiye buye, lê di pir tiştan de dûrî hev in, weke di pirsa avakirina cîhanê de, di veşartina miriyan de, pêşeroja ta (rih, can) û di girintirîn tişt de: Di jiyana piştî mirinê û buyina nû de.
 
Êzîdî berî dema Şîxadî - Beşa 2
 
Lêkolîneke oldarî-zanistî
Dr. Pîr Memo Osman
 
Dibe, ku pir tişt ji Îslamê ketine nava Êzîdîtiyê û guhertin jî çêbûne, lê belê baş diyar e, ku Êzîdîtî ji îslamê dûr e û berî wê hatiye.
 
Mixabin, ku tu kes nikare li ser rewşa Êzîdîtiyê berî îslamê bi tesbît û bingeh tiştekî bîne ber çavan. Li vir xelekek ji zincîra dîrokê windaye.
 
Gelo navê Êzîdîtiyê berî Îslamê çi bû? Bersiva vê pirsê tu mirov nikare heya niha bide. Hinek rêxistin û rêberên siyasî di nav Kurdan de dibêjin, ku Êzîdî Zerdeştî ne. Lê heke mirov Êzîdîtiyê û Zerdeştîtiyê deyne ber hev, dê ji me giştan re diyar bibe, ku herdu ol ne yek in û Êzîdî tucar ne li pey Pêxember Zerdeşt bûn.
 
Li gel ku Zerdeştî pir bi hiner, şax û per bû, ne hemû Kurdên Êzîdî û gelên li Kurdistanê baweriya xwe pê anîne. Hindek edet, rabûn û rûniştinên Êzîdiyan, yên nifşekî bi dev daye nifşê li pey xwe, wê pirsê çareser dike, ku
 
Êzîdîtî û Zerdeştî du olên serbixwe ne û bi hev ve ne girêdayî ne.
 
Bê hejmar zanyar û lêkolînvan yên ol tesbît kirine, ku navê Ahûra-Mazda û Aşa, yanî rastî navên Xweda bû, yê ku berî hatina Pêxember Zerdeşt û nivîsandina pirtûka wî Avêsta bû.
 
Piştî Zerdeştî dibe ola komara Sasaniyan, hinek Kurdan "Arî û Mîdî" bûne Zerdeştî. Lê piraniya gel li ser ola xwe ya berê dimîne.
 
Bi yek gotinê mirov dikare bibêje: "Pêxember Zerdêşt ola bav û kalên xwe guhert." Berî wî du Xwedayan hebûn: Ahûra-Mazda û Ahîraman. Yek Xwedanê ronahiyê û yê din Xwedayê tariyê bû. Pêxember Zerdeşt baweriya ola xwe li ser vê bingehê avakir: "Yek Xwedê heye û ew jî Ahûra-Mazda ye."
 
Gakuja ku Êzîdî di cejna xwe ya di meha payiza didoyan pêktînin ji ola Mitrayiyê yanî Rojperestinê tê. Ne dûr e, ku Êzîdî baweriya xwe bi du Xwedayan dianîn: Xwedayê Xêrê û Xwedayê şer.
 
Gakujî jî ji vê yekê hatiye, ku Dayêva-Perest teba jê re dikirin qurban. Zerdeşt jî kuştina heywanan qedexe kir. Bi vê yekê dixwest, ku rola Xwedayê xwe Ahûra Mazda mezin bike û rola Xwedayên din kêm bike.
 
Mitrayî (Mîtrayî) li ber çavên Zerdeşt oleke dualizm bû. Xwedanê şer, Dayêvas, her şerxwaz û nêr bû. Zerdeşt ev Xweda ji bo vê yekê ji nav baweriya xwe ya nû derxist. Xwedayê Ezman Mitra (Mîtra) qebûl kir, jiber ku gel bi dil û ramanên xwe bi vî Xwedayî ve, bi Xwedayê Rojê ve, girêdayî bû. Zerdeşt mecbûr bû, ku Şêx-Şems, Xwedanê Rojê, weke Xwedanekî qebûl bike. Lê tu car Mîtrayî weke oleke serbixwe qebûl nekiriye.
 
Zerdeşt di Yasna 32. ya pirtûka xwe ya pîroz Avesta de êrîş berdaye ser Dayêvas û ew gunehkar kiriye, ku mirovan dixapîne. Ev saloxên Zerdeşt li ser Dayêvas pir nêzîkî çîroka Adem e, ya di Tewratê û di Qurànê de hatiye nivîsîn, ku çawa Xweda gote Adem, li wî qedexe ye, ku sêvên vê darê bixwo, lê li gor gotinên Quran û Tewratê mar, ku ew Xebera Xirab yanî Mêrik bû, Adem xapand, ku ew sêvê bixwo. Êzîdî dibêjin nexêr: "Hemû tişt bi destên Xwedê û gotinên wî bû û Tawisî Melek fermana yanî emrê Xwedê bire serî û bi cî anî. Eynî û bi xwe rola Mîtra dilîst, çaxê goştê gayê kuştî li mirovên girêdayên xwe belav kir, xwast ku mirin li cem wan hew peyda bibe û tim dinyayî bimînin.
 
Ev tore û edetê kuştina ga Êzîdiyan girte xwe û heya îro jî di cejna Cimayiyê de, Cejna Payîzê, li Lalişa Nûranî pêktînin.
 
Ev gakujî jî tore û edetê Ariyan û Rojperestan bû.
 
Şîxadî ev karê xêrê wisa guhert, ku ew edet bişibe xwarina dawî, ya Îsa (Krîstos) bi şagirtên xwe re derbas kiribû.
 
Cejneke din jî li cem Êzîdiyan heya îro jî maye û tê çêkirin, navê wê Firavaçiz e. Ev cejn ji dema berî Zerdeşt e û ji aliyê Ariyan û Mîdiyan dihate çêkirin. Bê qedar zanistvanan tesbît kirin, ku ev cejn berî Zerdeşt hebû. Êzîdî vê cejnê di biharê de pêktînin. Di destpêka meha Nîsanê de çêdibe û bi cejna Bêlinde, Sersal, tê bi nav kirin.
 
Guhertin qet neketiyê, her çiqas ku bi hezaran sal di ser re derbas bûne. Her malbateke Êzîdî xwarinê tînin ser goristanên miriyan. Li ser goristan, qewl û nizayên xwe yên olî dibêjin. Bi van semayan Êzîdî miriyên xwe û karên wan yên baş tînin bîra xwe. Bi vî şêweyî miriyan careke din vedigerînin jiyanê. Ew heya êvarê li ser goristanê dimînin û piştre têne malê. Li malê jî bîranîneke din li ser miriyên xwe bi cî tînin. Xwarina para miriyan , "Nanê miriyan", li gundiyên xwe belav dikin. Ew devê deryên xwe bi gulan dixemilînin. Ev cejna han 3 rojan berdewam dike û weke Sersal, Bêlinde anjî Roja Miriyan tê naskirin.
 
Ev edetekî pir kevin e di nav olên tebî etê de. Indiyan jî li Meksîko cejneke dişibe vê cejnê pêk tînin. Ramana vî tiştî jî ew e, ku mirî û mirin beşên jiyanê ne. Jiyan û mirin bi hevdu ve girêdayî ne. Agir û vêxistina çirayê li Lalişa Nûranî di her roja çarşemê de edetekî kevnar e. Êzîdî bawer dikin, ku Xweda Tawisî Melek di roja çarşemê daye û ji bo vê yekê jî çarşem li cem wan rojeke pîroz e. Agir her çarşem di mala şêx û pîrên Êzîdiyan de tê dadan. Edeta vêxistina agir berî Zerdeşt û Ahûra Mazda ye. Ev jî berî Zerdeştiyê hate Îran û Kurdistanê. Agir jî sembola Xweda û Mitra ye. Ew sembola ronahiyê ye.
 
Di warê xêr û şer de baweriya Zerdeştiyê û Êzîdîtiyê ji hev dûr in. Zerdeşt dibêje, ku xêr û xweşî ji Ahûra Mazda tê û nebaşî û nexweşî ji Ahîraman tê.
 
Êzîdî bawer dikin, ku xêr û şer bi destên yek Xwedayekî ne.
 
Xweda hiş û raman daye mirovan ji bo rêya xêr û şer, ji bo rast û nerast ji hev û din nas bikin. Mane wê jî ew e, ku mirov dikarê şer peyda bike, ne Xweda. Li gor baweriya Êzîdiyan jiyan dema cerbandinê ye, weke çîroka Tawisî Melek, çaxê Xweda gotibû wî, ku ew sicûdê bitenê ji Xwedê re bike. Çaxê Xwedê Adem dabû dinê, ji hemû mêr, sivik û milyaketên xwe xwestibû, sicûdê ji Adem re bikin. Tawisî Melek bi tenê serê xwe ji Adem re netewand û gote Xwedê û gotina wî anîbû bîra wî, ku ew, Tawisî Melek, bitenê ji Xwedê re ibadetê dike, ne ji evdan re. Li vir Xwedê Tawisî Melek xiste serekê mêr û milyaketan û di eynî tişt de bedêliya Xwedê li erdan dike. Erdmeyandin Tawisî Melek bi emrê Xwedê pêk aniye.
 
Hemû lêkolînên li ser ola Êzîdîtiyê didine xuyakirin, ku Êzîdîtî oleke îndo-germanî ye û pir kevin e. Agirperestin, rojperestin û gelek tiştên din diyar dikin, ku Êzîdîtî oleke berî Îslamê û Zerdeştiyê ye û tu girêdana wê bi Yezîdê kurê Ma awiya re tune.

Diese Webseite wurde kostenlos mit Homepage-Baukasten.de erstellt. Willst du auch eine eigene Webseite?
Gratis anmelden